Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Duh şev li Îranê xelkê bi şêweyên cuda li dijî rejîmê nerizayetiyên xwe dane nîşandan

11:42 - 29 Çirriya paşîn 2022

Duh şev 7`ê Seramwezê li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê yên weke, Ehwaz, Tehran, Seqiz, Sine, Şino, Babolser, Sumîrom, Mihabad, Xaş, Tewrêz û çendîn bajarên din bi cureyên cuda xelkê nerizayetiya xwe li dijî dane nîşandan.

Li bajarê Tewrêzê, serhildêran bi belavkirina traktan ku li ser nivîsîbûn, “em bêxîret nînin û me şeref û rûmet heye”, daxwaz ji xelkê kirin ku di rojên 14, 15 û 16`ê Sermawezê de tevlî xwenîşandanên seranserî yên li dijî rejîma dîktator bibin.

Herwisa li bajarê Xaş ê ser bi parêzgeha Sîstan û Belûçistanê jî, serhildêran bi nivîsa silogana “bijî Xaş heta Mihabad”, li ser perroyekê bêzariya xwe li dijî rejîma dîktator nîşan dan û ew perroye li ser pira wî bajarî hildabûn.

Li bajarê Sine jî, serhildêran li meydana Nebovet a nav bajêr de bi agir rê girtin û li dijî serkutkarî û cinayetên rejîma dîktator silogan dan.

Herwisa serhildêrên bivêr û xwedî îrade yên bajarê Şinoyê, li ser dîwarên silogan ji bo piştevanîkirin li serhildana Belûçan nivîsîn.

Li bajarê Babolserê jî, serhildêrên bivêr benêrên rejîmê yên nav bajar agir berdanê.

Li Ehwazê serhildêran di heyama şevê de, peykeyê Xumeynî agir berdanê.

Her di berdewamiya serhildana seranserî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê li Gunbenda Kavûs jî, ciwanên netirs ofîsa esnaf û bazariyan şewtandin.

Li Tehranpars û çendîn cihên din yên Tehranê jî, serhildêran bi şêweyên cuda li dijî rejîma Îslamî silogana “mirin bo dîktator û mirin bo Xamnineyî, mirin bo Spah”ê dan.