Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kamyondarên çendîn bajarên Îran û Kurdistanê girev girtin

12:16 - 29 Çirriya paşîn 2022

Hevdem digel berdewambûna xwenîşandanên seranserî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê, kamiyondarên çendîn bajarên Îran û Kurdistanê man girtin.

Pêka vîdiyoyên ku di nav torên civakî de hatinine belavkirin, li roja Şemî 5ê Sermawezê bi sedema cîbicînekirina daxwazkariyên kamyondaran ji aliyê navendên pêwendîdar yên rejîmê ve, girevgirtina wan destpê kiriye û heta niha jî berdewam e.

Li bajarên wek Kirmanşa, Îsfehan, Benderebas, Merend, Qeziwîn, Kaşan û çendîn bajarên din xwediyê kamiyonên barhilgir man girtine.

Mangirtina Kamyondaran di rewşa niha de ku tev tex û qatên cuda yên civakê di qadan de ne, bandorek nerênî dixe ser meşa karên rejîmê û derbek giran li aboriya rejîmê dide.