Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kedkarên şîrketa Madkûş li Hormozganê girev girtin\ Peresdarên nexweşxaneyek li Tehranê jî xwenîşandan kirin

16:37 - 29 Çirriya paşîn 2022

Îro roja Sêşemî 8ê Sermawezê, kedkarên şîrketa Folad a “Madkûş”a Hormozganê di hevşa wê şêrketê de kom bûn û dest avêtin bi girevgirtinê.

Ji aliyek din ve jî, li Tehranê peresdarên nexweşxaneya Xumeynî jî bi sedema rewşa heyî li Îranê û gendeliya berpirsên rejîmê, kombûna nerizayetiyê bi rê ve birin û silogan dan.

Silogana wan ev bû: “Temenekê sozan didin, mafê me nadin”.