Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêvebereke dibistanê di bin givaşên hêzên ewlehî de canê xwe ji dest da

16:46 - 29 Çirriya paşîn 2022

Nêzî mehek berî niha dersxwanên dibistana “Rizwanî Nijad” a bajarê Kirmanê li dijî rejîmê xwenîşandan kirin û silogan dan, lê birêvebera wê dibistanê ya bi navê “Zehra Lurî” amade nebû navê dersxwanên xwenîşander û kamêrayên çavdêrî bide hêzên ewlehiyê.

Navbirî dîmenên dûrbînan reş dike û bi zûtirîn dem ji bo navendek ewlehî tê gazîkirin. Li wir rastî givaşa hêzên rejîmê tê û hêzên ewlehî li berpirsayetiya dibistanê vêde dibin û navbirî piştî demek kurt bi awayek şikdar canê xwe ji dest dide.

Şêwreya Damezraweya Hevahengî ya Sendîkayên Mamoteyan a Îranê, ew nûçeye piştrast kiriye û daye zanîn, Dr. “Zehra Lurî” xwediyê du zarokan bûye û xwediyê birwanameya mastera Civaknasiyê û dukoriya birêveberiyê bûye ku di bin givaşên hêzên rejîmê de bi awayek şikdar canê xwe ji dest daye.