Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mewlevî Ebdulhemîd pêşnmêjê Înê yê mesebê sonî li Zahidanê ji berpirsên dîktator yên Îranê re hişdarî da

10:43 - 30 Çirriya paşîn 2022

Pêşnmêjê Înê yê mesebê sonî li Zahidanê “Mewlevî Ebdulhemîd” li derheq dana sizaya bidarvekirinê ji xwenîşanderên Beloç re, ji karbidestên rejîma dîktator re hişdarî da û got dawî bi vê yekê bînin.

Mewlevî, di berdewmaiyê got: Dawî anîn bi sizaya bidarvekirin û wergiritna îtrafên bizorê ji xwenîşanderan, yek daxwazkariyên xwenîşanderên vê şoreşê ne.

Herwisa navbirî got: Berfirehbûna nefret û nerizayetiyan, dê encama normal ya wan bidarvekiran bibe.

‌Pêka raporên belavbûyî roja Înê 8`ê Rezberê li Zahidan û Xaşê, hêzên serkutkar û xwînmij yên rejîma dîktator êrîşkirin ser xwenîşadneran û aliyê kêm 120 xwenîşanderên belûç şehîd kirin û di nav kuştiyan de çendîn zarok jî hebûn û niha jî rejîma zarokkuj a Îranê dest bi bidarvekirina xwenîşanderên belûç yên binçavkirî kiriye.