Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dorandina tîma topa pê ya Îranê keyfxweşiya xelkê lipey xwe anî

10:55 - 30 Çirriya paşîn 2022

Şeva derbasbûyî piştî dorandina tîma topa pê ya rejîma Îranê li hember tîma topa pê ya Amerîkayê di kapa cîhanî ya li welatê “Qeter”ê, ku bû bi sedema derkirina yekcarî a tîma rejîma Îranê di kapa cîhanî de, keyfxweşiya xelkê Rojhilatê Kurdistan û Îranê lipey xwe anî.

Piştî dorandina tîma Îranê, li tev bajaran xelk hatine ser şeqaman û bi belavkirina şîrîniyan, lidarxistina govend û dîlanê, dana siloganan û … hwd, keyfxweşiya xwe nîşandan.

Li piraniya wan bajaran de, hêzên rejîmê li hember xelkê derketin û bi teqe kirin û reşandina gaza rohndkrêj, êrîşkirine ser welatiyan.

Hatiye ragihandin ku, di encama êrîşên hêzên hov yên rejîmê de, çend kes hatine birîndarkirin û li bajarê “Enzelî” yê ser bi parêzgeha “Gîlan” ê xortek temen 27 salî yê bi navê “Mêhran Simak” bi teqeya rasterast hatiye kuştin.