Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Saziya Lêborîna Navnetewî daxwazkiriye ku bo dadgehîkirina xelkê nerazî ji aliyê rejîmê ve çavedêran bişînin Îranê

11:18 - 30 Çirriya paşîn 2022

Saziya Lêborîna Navnetewî ragihandiye ku, şêwaza dadgehîkirina xelkê nerazî ji aliyê rejîma Îranê ve binpêkirina eşkere ya hemû yasayên navnetewî ye.

Roja Sêşemî 8`ê Sermawezê, Saziya Lêborîna Navnetewî piştî vê yekê ku Komîteya pêdaçûn bi rewşa binçavkiriyên serhildana seranserî ya gelên Îranê ragihandiye û biriyare roja Çarşemî 9`ê Sermawezê 10 zarokên ku temenê wan di bin18 saliyê de ye, bi tohmeta “dijayetîkirin digel xwedê” di taya yek a dadgeha bajarê “Kerec”ê  bên dadgehî kirin, vê saziyê bi belavkirina çend tiwîttan ji wan welatên ku balyozxaneyên wan li Îranê hene daxwaz kiriye da ku çavedêran bişînin wan dadgehan ku rejîm xelkê dadgehî dike.

10 zarok bi tohmeta “dijayetîkirin digel xwedê” bi bê hebûna mafê parêzer dê bên dadgehîkirin û cezaya îdamê bi ser wan de bê sepandin û ev yek jî bûye cihê nîgeraniya Saziya Lêborîna Navnetewî û ragihandinye yaku di dadgehên Îranê de ji aliyê rejîma Îranê ve tê encamdan binpêkariya hemû yasayên navnetewî ye.