Roja Sêşemî 8ê Sermaweza 1401an a Rojî, Îbrahîm Şerîfî ku di meşa serhildana seranserî li bajarê Bokanê ji aliyê hêzên serkutkar ên rejîmê ve hatibû birîndarkirin, li nexweşxaneya bajarê Urmiyê jiyana xwe ji dest da.
Pêka gotina çavkaniyek agehdar, ew welatiyê 29 salî, roja Çarşemî 25ê Xezelwerê, di nav serhildana li bajarê Bokanê, rastî gullereşandina hêzên serkutkar ên rejîmê tê û singê wî birîndar dibe; navbirî bi sedema kûrahiya birînan bo nexweşxaneya “Seydullşuheda” ya Urmiyê tê veguhastin.
Di vê derheqê de, roja Yekşemî 29ê Xezelwerê, yek ji serhildêrên birîndarbûyî yê bajarê Bokanê yê bi navê Silêman Şukrî û kurê Osman bi sedema giraniya birînên xwe li nexweşxaneya bajarê Urmiyê canê xwe ji dest da.