Roja Çarşemî, 11`ê Rezberê “Mu`min Zend Kerîmî” temen 18 salî û kurê “Obeyîd” welatiyê bajarê “Sinê” bi sedema teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê hat şehîdkirin.
Ew ciwanê Kurd li çar rêya “Gulşen” a bajarê “Sinê” bi guleyên saçimeyî hat birîndarkirin û piştire bo nexweşxaneya “Tohîd” a wî bajarî hat veguhastin lê mixabin bi sedema kûrahiya birînan û xwînrêjiya hindirî şehîd bû.
Termê “Mo`min”ê şehîd bi awayê şevane û di bin givaşên hêzên rejîma Îranê bo gundê “Maçike” yê girêdayî bajarê “Dêwlan”ê hat veguhastin û bi axa Kurdistanê hat spartin.
“Mo`min Zend Kerîmî” xelkê gundê “Maçike” bû û rûniştiyê bajarê “Sinê” bûn.
Pêka dawîn amara Navenda Mafê Mirovî ya “Kurdpa”yê di destpêka xwenîşandanên seranserî yên Rojhilatê Kurdistanê 54 kes ji xelkê serhildêr ji aliyê hêzên hov yên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin ku piraniya wan zarokin.