Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Parêzer Nê`imet Ehmedî li derheq wergirtina pere li malbatên binçakiriyan hişdarî da

11:30 - 30 Çirriya paşîn 2022

Parêzer Nê`imet Ehmedî mafnas û parêzerê dadgehê got: Hin delal di pişt perdê de ji malbatên binçavkiriyan perê bê sînûr werdigrin.

Di berdewamiyê de wî parêzê mafnasiyê got, di rewşa heyî de, delalên pişt perdê bi soz û qewlên ku gelo endamên windabûyî yên malbatan li girtîgehan de nr an na, ji malbatên binçavkiriyan perê bêsînûr wergirtin û hewceye bidûreçûn bi vê mjarê bê kirin.

Berpirsên rejîma xwînmj û dîktator, ji aliyekê xelkê nerazî binçav dikin û bi bê ti agahiyekê wan di girtîgehan de îşkence û bidar vedikin û ji aliyê din ve jî, hin destûpîvendiyên wan ji malbatên nîgarên girtiyan, bi wergirtina pereyek zêde soza dana zanyariyan li derheq qedera kesên hatinî binçavkirî de didin.

Rejîma talançî ya Îranê di vê heyama serhildana seranserî ya li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, bi milyonan pere ji xelkê wergirtiiye bona dana zanyariyan li derheqê kesûkarên wan yên hatinî biçavkirî û heta bona dana termê xwenîşanderan bo malbatên wan jî pere werdigrin.