Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê Zahidanê bo roja Înê banghêjiyek belav kirin

11:58 - 30 Çirriya paşîn 2022

Çalakvanên Belûç bi belavkirina banghêjiyekê bo roja Înê 11`ê Sermawezê ragihandin ku carek din bo rêzgirtin ji xwîna şehîdan bihevre bi silogana “Destdirêjî û cinayet nefret bi vê wilayetê” li ser şeqaman amade dibin û li hember bînaya “Deng û Reng”ê rejîmê kom dibin û xwenîşandanên xwe berdewam dikin.

Hevwelatiyên bivêr yên Belûç li destpêka serhildana seranserî heta niha bi awayekî berfireh li rojên Înê piştî nimêja Înê li bajarên cuda li dijî rejîmê serhil didin.