Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fayla dengî ya cihgirê Serokê Basîcan belav bû û gelek nihînî hatine eşkerekirin

12:16 - 30 Çirriya paşîn 2022

Piştî hekkirina malper û sîstememên navxweyî yên Ajansa Nûçegihaniya Fars ji aliyê girûpa hekirî ya “Bilek Rîvard”ê ve, fayla dengî ya civîna nihînî ya Cihgirê Fermandê Besîcan digel çend birêveberên mediyayên rejîmê hatiye belavkirin, ku tê de hin bûyerên serhildana seranserî û şêweya lihemberderkevtina rejîmê li dijî xelkê ​​eşkere bûye.

Li gorî tiştên ku di vê faylê de têne bihîstin, yek ji birêveberên mediyaya rejîmê dibêje ku di 24ê Xezelwerê de bazar û dukandarên herî kêm 22 parêzgehan beşdariya grevên giştî bibûn û nivînciya daxistina bazaran di vê rojê de 70 heta 100 ji sedî bûye.

Qasim Qureşî yê terorîst di beşeke vê civîna nihînî de dibêje ku wî ji mediyayên rejîmê xwestiye ku di piropagendeyên mediyayî de li dijî xwenîşanderan, gotinên wek “şerxwazên derbasbûyî, şerxwazên Rezber yan jî alozkerên reş” bikar bînin û ji bikaranîna hevoka nerizayetiyên wê dawiyê” xwe dûr bigirin da ku bê nîşandan her tiştek li gorî mirazê ye”.

Ev yek di halekê de ye ku deng û rengê rejîmê û nûçegihanên ser bi wê rejîmê, li destpêka xwenîşandanan heta niha, girevgirtin û xwenîşandanên li welat red kiribûn û îdia kiribûn ku di gelek bajaran de xelkê bi sedema gefên serhildêran dukanên xwe daxistine.