Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şanda Yekîtiya Perlemantarên Kurdistanê serdana ofîsa nûneratiya PDKÎ kir

13:20 - 30 Çirriya paşîn 2022

Roja Sêşemî 8`ê Sermawezê şanda Yekîtiya Perlemantarên Kurdistanê bi serperiştiya “Cemal Qasim” serdana ofîsa nûneratiya PDKÎ li bajarê Hewlêrê kir û ji aliyê rêberatiya PDKÎ ve bi serperiştiya “Xalid Ezîzî” Berdevkê Hizbê pêşwazî ji wan hat kirin.

Di destpêkê de “Xalid Ezîzî” li ser rewşa Rojhilatê Kurdistan û Îranê piştî serhildana seranserî û rol û bandora erênî ya PDKÎ û Navenda Hevkarî li warê siyasî û dîplomasî li navxwe û derveyî welat basek pêşkêş kir.

Di berdewamiya vê serdanê de “Cemal Qasim” keyfxweşiya xwe li derheq hereket û serhildana Rojhilatê Kurdistanê û rola PDKÎ di vê serhildanê de nîşandan û piştevaniya xwe li derheq bûyerên vê dawiyê û êrîşên mûşekî û dronî yên rejîma Îranê bo ser binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Başûr nîşandan û bandora partiyên Kurdî û Navenda Hevkarî bilind nirixand û daxwaz kir ku bazineya endamên Navenda Hevkarî bê berfirehtir  kirin.

Di dawiyê de her du aliyan li ser berdewam bûna pêwendiyên xwe tekezî kirin.