Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xelkê bajarê Mehabadê li ser tirba şehîd Şoreş Nîknam kombûn

13:39 - 30 Çirriya paşîn 2022

Îro Çarşemî 9`ê Sermawezê xelkê bajarê Mehabadê û malbata şehîd “Şoreş Nîknam” bi nîşana nûkirina peyman digel şehîdan û rêzgirtin ji xwîna şehîdan li ser tirba wî kombûn û bihevre silogana “şehîd Şoreş qehreman yê şehîdê Kurdistnê ye” û “Şehîd namirin” dan.

“Şorş Nîknam” xortê temen 34 salî û xelkê bajarê “Mehabad”ê li roja 26`ê Xezelwerê di nav xwenîşandanên seranserî yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi teqeya hêzên hov yên rejîmê hat birîndarkirin û piştî 10 rojan di nexwşxaneyke bajarê “Urmiyê” de bi sedema kûrahiya birînan şehîd bû.