Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

150 zanîngehên cîhanê piştevanî ji serhildana seranserî ya Îranê kirin

17:17 - 30 Çirriya paşîn 2022

Îro Çarşemî 9`ê Sermawzê zêdeyî 150 zanîngehên seranserên cîhanê yên, Amerîka, Australiya û Ewropayê bona piştevanîkirin li serhildana seranserî ya Îranê kombûn lidar xistin.

Di heyama serhildana seranserî ya Kurdistan û Îranê de, xwandekarên navxweyî Îranê bênavber girev û kombûnên nerizayetiyê li hember dîktatoriya rejîma Îlsmî ya Îranê birêve dibin û her di vê pêwendiyê de jî piraniya xwandekar hatine binçavkirin an derxistin li zanîngehê û herwisa piraniya mamostejî,  ji ber piştevanîkirinê hatine binçavkirin.

Her di vê pêwendiyê de, komek ji mamosteyên azadîxwaz yên Îranê îlankirin ku, ev yekem care di cîhanê de ku zanîngehên seranserê cîhanê piştevanî ji serhildana welatekê dikin.

Hrana, Organa Nûçeyî ya komek ji çalakvanên mafê mirovî li Îranê jî ragihandiye, hejmara xwandekarên di pêvajoya serhiladana seranserî ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê hatine binçavkirin 576 kes ragihandiye.

Herwisa di pêvajoya serhildana seranserî ya Kurdistan û Îranê de, heta niha 143 zanîngeh tevlî xwenîşandanîn seranserî bûne.