“Seyîd Nesredîn Heyderî” rêberê ola “Yarsan” ragihandiye ku, bo rêzgirtin ji xwîna şehîdan û hevxemî digel malbatên wan şehîdan û nemaze malbatên daxdar yên Yarsanan, di nêzîk bûna rêûresima “Xawenkar” de, ji aliyê tekiyeya “Heyderî” ve radigihînin ku ew rêûresim nayê lidar xistin.
Rêûresima “Xawenkar” rêûresimek olî ye û taybet bi ola “Yarsanan”e.