Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di rêûresima çileya Mêhrşad Şehîdî de siloganên li dijî rejîmê hatin dan

16:35 - 3 Çirriya paşîn 2022

Li bajarê Erakê rêûresima çileya Mêhrşad Şehîdî ku bi kombûna xelkek zêde birêveçû, siloganên li dijî rejîmê hatin dan.

Mêhrşad Şehîdî ku di girtîgeha Erakê û di çileya Mînû Mecîdî de, ji aliyê hêzên serkutkar yên rejîmê hatibû ibinçavkirin û şehîdkirin, xelkek zêde di rêûreimsa biax spartina wî de beşdarî kirin û siloganên weke, “Îsal  sala xwînê ye û Seyîd Elî sernixûn e” û “Mirin bo dîktator” dan.

Pêka zanyariyên belav bûyî hêzên serkutkar yên rejîma hov givaş xistin ser malbata Mêhrşad Şehîdî, daku bêjin bi sedema tirsê dilî wî sekiniye û canê xwe ji dest daye.

Herwisa li Îsfehan, Qezvîn û Fûladşehrê jî, hejmarek zêde xelkê serhildêr li ser tirbên şehîdên serhildanê kombûn û siloganên dijî rejîmê dan.