Îro Pêncşemî 12`ê Xezelwerê hevwelatiyên bajarê Kerec û derdora wî bajarî dixwastin li ser tirba şehîd "Hedîse Necefî", “Sarîna Esmaîlî û Parisa Riza Dost” rêûresima çileya wan lidar bixin, lê, hêzên rejîmê pêşiya hevwelatiyan girtin û xelkê netiris ku hejmarek zêde li nêzî goristana “Biheşta Sekîne” ya bajarê “Kerec”ê kom bibûn êrîşkirine ser hêzên hov yên rejîma Îranê û di navbera xelkê û hêzên rejîmê de şer û pevçûn derket.
Herwisa hevwelatiyan bi maşînan rêya “Pul Hisar”ê girtin û rê nedan ku hêzên rejîmê nêzî wan bibin û alaya rejîma Îranê şewitandin.
Ji aliyek din ve hevwelatiyan êrîş kirine ser kanêkseke polîsan û ew jî şewitandin.
Pêka zanyariyên ku di nûçegihaniyan de belav bûne hevweltiytan êrîş kirine ser melayekî rejîmê û kincên wî ji ber derixistin û şewitandin.