Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

48emîn şeva serhildana seranserî li Îran û Kurdistanê/ Li Kerecê 5 hêzên rejîmê hatine kuştin

11:50 - 4 Çirriya paşîn 2022

Li Îran û Kurdistanê 48emîn şeva serhildana seranserî derbas bû û xelkê serhildêr li dijî rejîma Îranê, li bajarên Tehran, Reşt, Tewrêz, Urmiye, Sine, Kamiyaran, Merîwan û Qezwînê serhildan kirin û hejmarek zêde ji xelkê serhildêr hatine şehîdkirin û birîndarkirin.

Li bajarê Kamiyaranê, xelkê serhildêr bi hilkirina agir, silogana “mirin bo dîktatir” dan.

Xortek di nav serhildana bajarê Kamiyaranê de hate birîndarkririn û wî serhildêrê Kurd alaya Kurdistanê li ser serê xwe bilind kir û got: “Em ti carî serşûr nabin û em ger birîndar jî bibin, emê di bin alaya Kurdistanê de xebata xwe bimeşînin.”

Serhildêr li bajarê Sineyê 48 şev e şeqam û kolanan çol nakin û hemû şevê dirijine ser şeqaman û li dijî rejîmê siloganan didin.

Xelkê serhildêr ên Urmiyê, duh şev li taxa Îslamavaya Urmiyê serhildan kirin û bi girtina şeqaman silogana “jin, jiyna, azadî û şehîd namirin” dan.

Agirê serhildêrên bajarê Merîwanê li ser şeqaman nayê temirandin. Xelkê serhildêr li bajarê Merîwanê bi girtina şeqaman, silogana mirin bo dîktator dan.

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê yên wek Mihabad, Bîcard û Kirmaşan û dehan bajarên din xwenîşandana xelkê serhildêr li dijî rejîma Tehranê hebû.

Emê li Kurdistanê ber bi bajarên Îranê ve herin.

Duh li bajarê Kerecê xwenîşandanek xwînayî hebû û zêdetir ji 5 hêzên rejîmê hatine kuştin û birîndarkirin, û çendîn kesên serhildêr jî, ji aliyên hêzên rejîmê ve hatine birîndarkirin.

Li şehreka “Abyêk” a Qezwînê, bi sedan kes kom bûn û li dijî herifîna rejîmê siloganan dan.

Li Nazî Abada Tehranê, hêzên rejîmê zarokek 8 salî bi guleyên saşmeyî kirine bi armanc û birîndar bû.

Li “Se`adetabad”a Tehranê, di navbera hêzên rejîmê yên cil şexsî û bi nav polîsên rejîmê de şer û pevçûn çêbû; Bi nav polîsên dije şoreş wisa dizanîn hêzên kincşexsî xelkê serhildêr in û ev dane ber gulleyan û gaza rondikrêj, û her lewma di navbera wan de çend xulekekê şer çêbû.

Li Lahîcana Gîlanê hêzên rejîmê bi tundtirîn şêwe xelkê serhildêr dane ber gulleyan û di encamê de çendîn kes birîndar bûn û serhildêrek bi navê “Îrfan Zemanî” hate şehîdkirin.

Bi giştî li çendîn bajarên Îranê yên wek Îsfehan, Şîraz, Meşhed, Kirman û dehan bajarên din serhildana seranserî hebû.

Li gor dawî amara navendên mafê mirovî li Îranê heta niha 300 kes bi gulleyên hêzên rejîmê hatine şehîdkirin.