Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Dewleta Kanadayê 4 berpirs û du navendên rejîma Îranê tehrîm kirin

11:03 - 1 Çirriya paşîn 2022

Dewleta Kanadayê di daxuyaniyekê de, 4 berpirs û du navend ku yek ji wan hêza polîs ya rejîma Îranê ye tehrîm kir.

Roja Duşemî 9`ê Xezelwera sala 1401`an, Wezîra Derve ya Kanadayê, “Melanie Jolly”, di kombûna Îraniyên penaber yên di wî welatî ya bo piştevanîkirin ji serhildana seranserî ya Îranê ku li bajarê Otawa de hatibû lidarxistin digel serkowezîrê wî welatî “Justin Trudeau” beşdarî kirin û , di daxuyaniyê de ragihand ku, Kanadayê Hêza Întizamî a rejîma Îranê û Civata El- Mistefa ku zanîngehek navneteweyî ya rejîmê ye, tehrîm kir.

Wezîra Derve ya Kanadayê di vê daxuyaniyê de, Hêza Polîs a rejîmê bi serkutkirinên hovane û binçavkirinên serberedayî ya xwenîşanderên li dijî rejîmê, tawanbar kir.

 Herwisa dewleta Kanadayê di vê daxuyaniya xwe de da eşkere kirin ku, rejîma Îranê li rêya zanîngeha “El – Mistefa” ku di çendîn welatan de nûneratî heye, ji bo berfirehkirina îdolojiya xwe li derveyî welat û wergirtina milîşan mifahê werdigre.

Di berdewamiya vê daxuyaniyê de hatiye, Kanadayê 4 berpirsên rejîmê ku yek ji wan fermanderê Hêza Polîsê Tehranê ye, bi sebeba binpêkirina mafê mirov tehrîm kiriye.

 Pêka vê daxuyaniyê, heta niha dewleta Kanadayê 93 berpirs û 179 navendên rejîma Îranê bi sebeba binpêkirina mafê mirov tehrîm kirine.