Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Yêns Stoltênbêrg: “Îran dixzaze mûşekên balistîkî bo Rûsiyê bişîne”

11:55 - 4 Çirriya paşîn 2022

Serokê NATO, “Yêns Stoltênbêrg” gotiye ku rejîma Îranê berê diron bo Rûsiyê şandine û di niha de jî dixwaze mûşekên balistîkî jî bo şer digel Ukraynê bo Rûsiyê bişîne.

“Yêns Stoltênbêrg” di civîneke rojnamevaniyê de li bajarê Îstenbolê got: “Em dibînin ku Îran dironan bi Rûsiyê re dide û niha dixwaze mûşekên balistîkî jî bi Rûsiyê bide; Ev yeka bi ti awayekî nayê qebûlkirin û nabe çi welatek di vî şerî neyasayî de piştevanî ji Rûsiyê bike”.

Di vê derheqê de, rojnameya “Waşêngton Post”ê li meha derbasbûyî de belav kiribû ku rejîma Îranê bilî dironan, dixwaze mûşekên balistîkî yên “Fatih 110 û Zolfeqar” bi Rûsiyê re bide.  

Herwisa Nûçegihaniya “CNN”ê di 11ê Xezelwerê de belav kiribû: “Pêka gotina çavdêrên Rojavayî ku çavedêrî li ser cebilxaneya Îranê dikin, rejîma Îranê dixwaze zêdetir ji hezar curên çek û cebilxaneyên cuda ku mûşekên balistîkî yên kurdhavêj û hejmarek zêde ji dironên xweteqîner bo Ukraynê bişîne”.