Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girûpa “G7” li dijî serkutkariyên rejîma Îranê dicivin

11:57 - 4 Çirriya paşîn 2022

Di cîvîna Girûpa 7 welatên pêşkevtî yên pîşeyiyên cîhanê de dixwazin li derheq serkuta xelkê xwenîşander li Îranê, wê rejîmê naçar bikin ku bersivê bide.

Di cîvîna girpûa “G7”ê de, Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antonî Blînkên” û Wezîra Derve ya Almaniyayê “Analîna Bêrbok” gotine ku hewlên hevpar ên wan du welatan ji berê zêdetir bûye da ku rejîma Îranê neçar bikin li derheq serkuta xelkê xwenîşander bersivdar be.

Pêka rapora nûçegihaniya “Asoşêytit Prês” di destpêka karê girûpa “G7”ê de ku rojên Pêncşemî û Înê 12 û 13ê Xezelwerê bi rê ve diçe, Wezaîra Derve ya Almaniyayê “Analîna Bêrbok”ê li vê civînê de, ji wezîrên derve yên welatên girûpa “G7”ê xwest ku ji mafên jinan li Îranê bi taybetî piştgirî bikin.