Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Serkomarê Amerîka “Joe Biden” dibêje “emê dê Îranê azad bikin”

12:03 - 4 Çirriya paşîn 2022

Serokê Amerîkayê “Joe Biden” di kombûna alîgirên xwe de axavtin kir û alîgirên wî derheq rewşa Îranê daxwaz ji wî kirin helwêsta xwe nîşan bide û wî jî, got: “Emê dê Îranê azad bikin”.

Joe Biden roja Pêncşemî 12ê Xezelwera 1401an a Rojî, li eyaleta Niyo Meksîko ji alîgirên xwe re gotarek pêşkêş kir. Biden di wê kombûnê de got, “Xem nekin, emê dê Îranê azad bikin”. Navbirî piştre got, “xelkê Îranê dê bi xwe di demeke pir nêz de xwe rizgar bikin”.

Di wê kombûnê de, beşek ji alîgirên Biden mobaylên xwe bilind kiribûn û li ser nivîsa “Free Iran” wate Îrana Azad hatibû nivîsandin.