Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara şehîdbûna serhildêran: 300 kes li Îran û Kurdistanê hatine şehîdkirin

12:22 - 4 Çirriya paşîn 2022

Nûçegiyanaiya “HRANA”yê amara şehîdbûn û girtiyên serhildanê ji 26ê Xermananê heta 12ê Xezelwerê belav kir û pêka vê amarê, 47 zarok bi destê hêzên rejîma Îranê di wê heyamê de hatine şehîdkirin.

Pêka Amara wê saziyê heta niha li Kurdistan û Îranê 300 kes ji serhildêran ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin ku 47 ji wan zarok in.

Nûçegihaniya “HRANA”yê belav kiriye ku ji 26ê Xermananê heta 12ê Xezelwerê, 14 hezar û 167 kes hatine girtin ku 385 ji wan xwendekar in û heta niha nasnameya 1753 kesên girtî jî hatiye belavkirin.

Heta 12ê Xezelwerê, di 132 zanîngeh û 134 bajaran de serhildêran xwenîşandan bi rê ve birîne û di wê heyamê de 300 kes ji aliyê rejîmê ve hatine şehîdkirin.

Di halekê de ku rejîma Îranê tundtir ji berê serhildêran serkut dike, amara binçavkirinê jî gelek zêdetir bûye.

Hêzên serkutker ên rejîma Îranê bi gulleyên şer û saçmeyî teqe li xelkê dikin.