Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ bi hilkefta cejna “Xawenkar”ê

16:31 - 4 Çirriya paşîn 2022

Berpirsê Navenda Birêveberiya Giştî ya PDKÎ “Mistefa Hicrî”, bi hilkefta hatina cejina “Xawenkar” a Yarisanan peyamek belav kir.

Deqa peyamê wiha ye:

Ez ji aliyê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ve bi helkefta hatina cejina “Xawenkar”ê bi germî pîrozbahiya xwe pêşkêşê xwîşk û birayên me yên peyrewê ola Yarî dikim.

Em hêvîdar in li Kurdistaneke azad û dûr ji desthilatdariya Komara Îslamî, di keşeke tejî ji xweşî û kêfxweş de cejnên xwe yên din pîroz bikin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê

Navenda Birêveberiya Giştî

Mistefa Hicrî

13ê Xezelwera 1401an a Rojî