Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşnimêzê mizgevta taxa Nenelle ya ser bi bajarê Sineyê sirûda “Ey Şehîdan” sitrand

16:40 - 4 Çirriya paşîn 2022

Mamosta Îbrahîmî Kerîmî pêşnimêzê mizgevta taxa Nenelle ya ser bi bajarê Sineyê li xitbeya xwe ya îro de kuştina xwenîşanderan ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kir.

Mamosta Îbrahîmî Kerîmî di xitbeya îro ya 13ê Xezelwerê de, çendîn helbest li ser rewşa niha ya Kurdan pêşkêş kir û kuştin û qirkirina xortên Kurdan bi destê rejîmê şermezar kir û paşê fatiheyek bo ser riha şehîdên serhildana seranserî ya li Kurdistanê xwand.

Navbirî di vê xitbeyê de sirûda “Ey Şehîda” jî sitrand.