Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor; Nivroya xwînîn di parêzgeha Belûçistanê de/ çend kes hatine şehîdkirin

17:08 - 4 Çirriya paşîn 2022

Îro roja Înê 13ê Xezelwerê piştî nimêja Înê, di parêzgeha Belûçistanê de li bajarên, “Zahidan, Xaş, Serawan, Soran, Pehre û Rask”ê de bi hezaran kes ji xelkê serhildêr rijiyane ser şeqman û hewla kontrolkirina şeqaman didin û şer û pevçûn jî qewimiye û hêzên rejîmê bi gulleyên şer teqe li serhildêran kirine û pêka amarên destpêkî bi 10an kes birîndar bûne û 3 kes jî şehîd bûne.

Li bajarê Zahidanê, tevî rewşa awarte û milîtarîzekirina bajar, bi hezaran kes ji serhildêrên Belûç rijiyane ser şeqaman û hêzên rejîma Îranê hewla rêgirîkirin ji xwenîşandan dan, lê serhildêr xwenîşandanên xwe domandin û dengê teqeyê jî dihat û serhildêran jî hewla kontrolkirina hemû şeqamên wî bajarî didan û siloganên “Bimre besîcî, bimre dîktator û bimre xaminey” dan.

Li bajarê Raskê, hêzên rejîmê li Hozeya Îlmiye ya “Miftahul Olûm”ê de teqeyê li xelkê xwenîşander kirin û herwis gaza rondikrêj jî bi kar anîn û serhildêran jî rêya di navbera Rask û bajarê Serbazê de, bi hilkirina agir daxistin.

Li  bajarê Pehreyê ye xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî binyata rejîmê siloganan dan û silogana “netirsin em bi hev re ne” gotin.

Li bajarê Xaşê, hêzên rejîmê rasterast teqe li serhildêrên Belûç kirin û bi 10an birîndar hene û 3 kes jî hatine şehîdkirin û zarokek jî bi gulleyên şer ên rejîmê hatiye birîndarkirin û di nexweşxaneya wî bajarî de cihê razandina birîndaran nemaye.

Serhildêran çend maşînên rejîmê şewitandin.

Xelk li ber deriyê padigana Spahê kom bûne û bi keviran li vê binkeya Spahê xistin.

Li bajarê Xaşê xelk çûne nav fermandariya wî bajarî û xistine bin kontrola xwe.

Li bajarê Soran ê ser bi parêzgeha Belûşistanê xelk rijiyane ser şeqaman û li dijî rejîma Îranê silogan dan û hewl dan ku tev şeqamên wî bajarî kontrol bikin, hêzên rejîmê jî teqe li serhildêran kir.