Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Êdî werzişvanên Îranê jî bi serkevtinên xwe dilxweş nabin

11:20 - 5 Çirriya paşîn 2022

Lîştivana tîma lîstika topa pê ya Spahan a Jinan a ya bi navê Fatime Alidî piştî ku, gollek li tîma beramberê xwe xist, kêfxweşî nîşan nedan û destên xwe li ser dev û çavên xwe danîn û wiha nerzateya xwe li hember tunditîjiyên rejîma Îslamî nîşan da.

Fatime Adilî di lîstka Lîga Bilind a topa pê ya tîma Spahan a Îranê de piştî goll lêdanê, destên xwe bi nîşana kip kirina dengê jinan ji aliyê rejîma Îslamî ve dev û çavên xwe kîp girtin.

Herwisa lîstikvanên lîstika topa pê ya Îsqilal a Îranê jî, di rêûresima wergirtina xelata rikeberiya Super Kapê de, ji ber serkutkarî û  kuştina xwenîşandanan ji aliyê rejîma Îslamî ve, kêfxweşî nîşan nedan.

Hevdem ku  merasima serkevtin û wergirtina xelata Super Kapê ya tîma lîstika topa pê ya Îstiqlalê ku li ser ekranên televîzyona fermî ya rejîmê belav dibû, karbidestê rejîmê ji ber vê berteka lîstikvanan, weşana zindî ya vê merasim ragirtin.