Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara şehîdbûna serhildêran: 314 kes li Îran û Kurdistanê hatine şehîdkirin

11:41 - 5 Çirriya paşîn 2022

Nûçegiyanaiya “HRANA”yê amara şehîdbûn û girtiyên serhildanê ji 26`ê Xermananê heta 13`ê Xezelwerê belav kir û pêka vê amarê, 47 zarok bi destê hêzên rejîma Îranê di wê heyamê de hatine şehîdkirin.

Pêka Amara wê saziyê heta niha li Kurdistan û Îranê 314 kes ji serhildêran ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine şehîdkirin ku 47 ji wan zarok in.

Nûçegihaniya “HRANA”yê belav kiriye ku ji 26`ê Xermananê heta 13`ê Xezelwerê, 14 Hezar û 170 kes hatine binçavkirin heta niha tenê nasnameya 1768 kesên binçavkirî hatiye belavkirin.