Şeva Derbasbûyî 13`ê Xezelwerê 50`emîn şeva berxwedaniya xelkê serhildêr yên Rojhilatê Kurdistan û Îranê di bajarên “Merîwan, Sine, Îlam, Bokan, Mehabad, Kirmaşan û Pîranşar”ê bi awayên cuda weke girtina rêyan, amadebûn li ser şeqaman û dana siloganan, nivîsandina siloganan li ser der û dîwarên bajar û … hwd.
Li bajarê Sinê welatî li ser şeqaman amadebûn û bi maşînan rê girtin.
Li bajarê “Qurvê” ciwanên wî bajarî wêneyên rêberên rejîmê şewitandin.
Welatiyên serhildêr yên bajarê “Bokan”ê li ser şeqamam li dijî rejîm silogana “Mirin bo dîktator”didin.
Li bajarê “Merîwan”ê di navbera xelkê û hêzên rejîmê şer û pevçûn derket, û herwisa li devera “Kanîdînar” a girêdayî bajarê “Merîwan”ê welatiyan wiha rê girtin.
Li “Dereşar” a girêdayî bajarê “Îlam”ê welatiyên wî bajarî rêya di navbera bajarê “Îlam û Dereşar”ê bi agir girtin.
Li çendîn bajarên din welatiyan bi maşînan rêyên nava bajar girtin û li ser dîwaran silogan li dijî rejîmê nivîsandin.