Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê berdewam e

11:06 - 1 Çirriya paşîn 2022

Şeva derbasbûyî 9`ê Xezelwerê xelkê serhildêr di 46`emîn şeva berxwedaniyê de li beşek ji bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê serhildana xwe li dijî zordariya rejîma Îranê berdewam kirin.

Li bajarê Seqizê ciwanên wî bajarî cihê belavkirina parazîtan li wî bajarî şewitandin û hin ji rêyên nava bajar bi agiran girtin.

Ciwanên netirs yên bajarê Îlamê bi çekan li ser tirba şehîd “Muhsin Qeyserî” bi nîşanan peyman nû kirin digel şehîdan û bo tolhildana şehîdan amade bûn.

Li bajarê Kamêranê welatiyan kamêreyên çavedêriyê yên nava bajar şewitandin.

Li bajarê Serdeştê jî welatiyan rêyên nava bajar bi agir asteng kirin.

Ji aliyek din ve, di çalakiyekê de li bajarê Merîwanê avên nava hewzên wî bajarî bi nîşana xwîna ciwanên me ku bi destê rejîma mirovkuj ve hatine rijandin sor kiribûn.

Herwisa şeva derbasbûyî hin ji çavkaniyên agehdar li nava bajarê Sinê ragihandine ku, di şeqamên weke “Behara û Me`rac” a wî bajarî şer û pevçûn di navbera xelk û hêzên rejîmê de derket û herwisa ragihandiye ku rejîma Îranê ji tirsa serhildana welatiyan û banghêjiyên wan hêzek zêde li hember navendên girîng yên weke fermandariyê danîne.