Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Analina Burbok: Her mirovek ji bo mirinê ji hevwelatiyên xwe bixe, ev zata hundrî xwe nîşan dide

12:13 - 5 Çirriya paşîn 2022

Roja Înê 13`ê Xezelwera 1401`an Wezîra Karê Derve ya Almaniyayê “Analina Burbok” li ser rûpela twîtera xwe nivîsî: Her Mirovek ku ji bo mirinê ji hevwelatiyên xwe bixe, ev zata hundrî xwe nîşan dide.

Herwisa Analina Burbok  di berdewamiyê de li ser rûpela twîter xwe nivîsiye: Mirovên ku hevwelatiyên xwe binçav dike û destdirêjiya cinisî li ser hevwelatiyên xwe weke çekê mifahê jê werdigire, ev heqîqeta zata hundrî xwe nîşan dide û reftarên wiha dê hin encamên din li pey xwe hebin.

Analina Burbok zêde jî kir, rejîma Tehranê netenê ku di hundrî Îranê wehşet afirandiye belku, ji bo karek wiha li derveyî welat jî bi şandina çek û teqemeniyan bo Rûsyayê, wehşet afirandiye.