Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xwenîşandan li bajarên Îranê berdewam bûn

12:30 - 5 Çirriya paşîn 2022

Şeva derbasbûyî 13`ê Xezelwerê, li beşek herî zêde li bajarên Îranê xwenîşandan li dijî rejîma Îranê di 50`emîn şeva xwe de berdewam bûn, û xelkê serhildêr bi dana siloganan, girtina rêyan, şewitandina binke û cihên girîng yên rejîmê, û … hwd, kerib û kîna xwe nîşan dan.

Li “Xelxal” a ser bi bajarê “Erdebîl”ê xelkek zêde li çepera şeqam de amadebûn û li dijî cinayetên rejîmê serhildan, û pêka dîmenan belavbûyî hêzên rejîmê bi guleyan êrîşkirine ser wan.

Herwisa li taxa “Kiyanparis” a ser bi bajarê“Ehwaz”ê, hevwelatiyên wî bajarî rijyan ser şeqaman û li dijî rejîmê silogan dan.

Li bajarê “Kirman”ê jî hevwelatî li ser şeqaman bûn û bêzariya xwe ji rejîma Îranê nîşandan.

Xelkê azadîxwaz û netiris yên Belûç, li bajarê “Îranşehir”ê rêya maşînên barhilgir asteng kirin û rê nedan ku ew maşîn derbas bin û eva xwe zirarek zêde digihîne aboriya rejîmê.

Herwisa li bajarê “Xaş” jî, hevwelatiyan êrîşkirine ser bankên rejîmê û şewitandin.

Li bajarê “Bûşehir”ê xelk li çepera şeqam amade bûn.

Herwisa xwenîşandana hevwelatiyan li taxên cuda yên bajarê “Tehran”ê jî berdewam bû û jin û keç û xort li ser şeqaman amadebûn û li dijî binyata rejîma Îranê silogan dan û bi agir rê asteng kirin, û hêzên rejîmê jî weke her car bi guleyên saçimeyî êrîşkirine ser wan.