Îro Şemî, 14`ê Xezelwerê xelkê bajarê “Sinê” û gundê “Maçike” yê girêdayî bajarê “Dêwilan” ê û malbata şehîd “Mu`min Zend Kerîmî” xortê temen 18 salî, li ser tirba wî kombûn û li dijî rejîma Îranê û rêberê wê rejîmê silogan dan.
Şehîd “Mu`min Zend Kerîmî” roja Çarşemî 11`ê Rezberê bi guleyên saçimeyî li bajarê Sinê hat şehîdkirin.