Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hin ji bazariyên bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê mangirtin

18:07 - 5 Çirriya paşîn 2022

Îro Şemî 14`ê Xezelwerê, li bajarên weke “Sinê, Seqiz, Merîwan, Bokan, Kerec” û hin bajarên din, dukandar û bazariyên wan bajaran bi awayê seranserî mangirtin û dukan û bazarên xwe daxistin.

Herwisa tevî wan mangirtinan li beşên din jî xelk rijiyane ser şeqaman û xwenîşandan lidar xistin û rêyên nava bajar girtin û li dijî rejîmê silogan dan.