Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşa xwandekar û derisxwanan îro carek din serhilda

18:18 - 5 Çirriya paşîn 2022

Îro Şemî 14`ê Xezelwerê, xwandekarên xwandingehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê carek din li hember zanîngehên xwe kombûn û li dijî rejîma Îranê û cinayetên wê rejîmê xwenîşandan lidar xistin.

Li zanîngehên weke: “Şerîf, Xwarezimî, Êlim û Seni`t, Emîrkebîr, Elame Tebatebayî, Zanîngeha Gîlanê, û çendîn zanîngehên yên bajarê Tehranê û bajarên din” xwenîşandan lidarxistin.

Li wan zanîngehan xwandekaran siloganên weke: “Xwandekarên binçavkirî divê bên azadkirin” “Azadî Azadî” “Jin Jiyan Azadî” “Heta Axûnd neyên kifin kirin ew welate nabe welat” “Sûnd bi xwîna yaran em rawestane heta dawiyê” “em gotinên heq dibêjin lê dengê guleyan dibihîsin”.

Herwisa li piraniya wan zanîngehan de berpirsên zanîngehan gef ji xwandekaran xwarine ku rê nadin herin ser polên xwandinê.

Herwisa serê sibê ji li zanîngehên Tehranê berpirsên zanîngehê, kelûpelên xwandekaran vedikolîn.

Herwisa ji aliyek din ve derisxwanan li bajarê Rojhilatê Kurdistan û Îranê îro carek din hatine ser şeqaman û bêzariya xwe ji rejîmê dane nîşandan.