Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çar terorîstên rejîmê li Belûçistanê hatine kuştin

10:46 - 6 Çirriya paşîn 2022

Li bajarê “Bempûr” yê ser bi Sîstan û Belûçistanê, 4 çekdarên hêzên Întizamî yên rejîma Îranê di êrîşekê de hatine kuştin.

Fermandê Întizamî yê bajarê Bempûrê di hevpeyvînekê de digel nûçegihaniyên ser bi rejîmê gotiye ku, êrîşek bo ser xala vekolînê ya Îranşehr-Bempûrê hate kirin ku di encamê de 4 kes ji hêzên Întizamî yên wî bajarî hatine kuştin.

Navbirî ti behsek ji wê êrîşê û bikerên wê êrîşê nekiriye û tenê behsa kuştina 4 kes ji hêzên xwe kiriye.

Her di vê derheqê de roja 8ê Xezelwera 1401an a Rojî, li derdorê bajarê Îranşehra Sîstan û Belûçistanê piledarek rejîmê yê bi navê “Muhsên Rizayî” di şer û pevçûn digel çekdarên nesanskirî de hate kuştin.