Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizbullha Lubnanê 9500 ji hêzên xwe ji bo Îranê bo serkuta xelkê vediguhazîne

11:52 - 1 Çirriya paşîn 2022

Belgeyeke nihênî ku tê zanîn du hefte berî niha li ser Hizbullaha Lubnanê hatiye dizîn, tê de hatiye ku yekeya 133 bo nav şeqamên Îranê û yekeya 910 ya operasiyona taybet bo derveyê welat, bo berevanîkirin ji rejîma Îranê û serkutkirina xelkê serhildêr yên Îranê, ji bo aliyê Îranê ve hatiye veguhastin.

Di vê belgeyê de hatiye zanîn ko gelempera wan hêzan 9500 çekdar in.

Vê yekê di nav tora civakiya Twîterê de bertekên zêde li pey xwe aniye û gelek bikarhênerên wê torê nivîsîne: “Ger belge rast be, gelo xwenîşander dikarin bi şer li dijî hêzeke biyanî ya dagîrker bisekînin? Gelo ev yeka wê rewatiyê bide xelkê bo bikarhênana çekê di bin navê berevanî li dijî hêzeke biyanî?

Serhildana seranserî ya Îran û Kurdistanê ya li dijî herifîna rejîma Îslamî ya Îranê di 47emîn roja xwe de ye û rejîma Îranê ji bo serkut û matkirina wê serhildanê li hemû hêzeke terorîstî li dijî xelkê serhildêr mifahê verdigire.