Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/ Tevî hemû givaşan, di şeva 14ê Xezelwerê de xwenîşandan li Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi rê ve çûn

12:27 - 6 Çirriya paşîn 2022

Tevî rewşa ewlehî li çendîn bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê, xwenîşandana serhildêran di 14ê Xezelwera 1401an a Rojî de hate lidarxistin.

Li bajarê “Şehrê Kurd”, xelk rijiyane ser şeqaman û silogana “jin jiyan azadî, mêr welat avedanî” dan.

Herwisa di wî bajarî de xelkê silogana “welatiyê xwedî xîret piştevanî piştevanî” dan.

Li bajarê Kerecê, xelk silogana “bêje azadî azadî, bimre dîktator, îsal sala xwînê ye û Xamineyî dê ji nav here” dan.

Li bajarê Ehwazê, hevwelatiyan agir berdane peykera Qasim Silêmanî yê treorîst.

Li Hêyderbaba Çarmihal û Bextiyariyê, xelkê bi hilkirina agir şeqam daxistin û siloganan dan, ev siloganên wan in: “top tang fişfişe axunde divê wunda bin, bimre Xamineyî.”

Li bajarê Merîwanê, xelk li nêzî mala şehîd “Nesrîn Qadirî” kom bûne û hêzên ewlehî xaniyê malbata wê şehîda nû dorpêç kirine.