Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amara şehîdên serhildanê ji 26ê Xermanan heta şeva Şemî 14ê Xezelwerê

13:45 - 6 Çirriya paşîn 2022

Pêka dawî amarên belavbnûyî ji 26ê xermanan heta şeva Şemî 14ê Xezelwerê 318 kes şehîd bûne û 14 hezar û 802 kes jî hatine binçavkirin.

Pêka amarên “HRANA”yê  ji 26ê Xermananê heta şeva Şemî 14ê Xezelwerê 318 kes şehîd bûne ku 49 kes ji wan şehîdan zarok in û 14 hezar û 802 kes jî hatine binçavkirin ku bi tenê nasnameya 1784 hes hatiye zanîn.

Ji aliyek dinê ve Saziya Mafê Mirovî ya Îranê di roja derbasbûyî de belav kiriye ku hejmara şehîdan gihîştiye bi 314 kesan ku 47 ji wan zarok in û zêdetir ji 14 hezar û 170 kes jî hatine binçavkirin ku bi tenê nasnameya 1768 kes hatiye zanîn.

Pêka raporan hêzên ewlehî bi gulleyên şer û saçmeyî bi awayê rasrtrast û ji nêzîk ve teqe li xwenîşanderan dikin û rejîm ji timên nîşançiyan jî, ji bo teqekirin li serhildêran mifahê verdigre.