Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/ Merîwan; xelkê hem man girt û hem jî xwenîşandan kir/ çendîn kes jî birîndar bûn

16:44 - 6 Çirriya paşîn 2022

Îro roja Yekşemî 15ê Xezelwera 1401an a Rojî, welatiyên bajarê Merîwanê ji ber kuştina “Nesrîn Qedrî” xelka vî bajarî ya ku li roja Înê 13ê Xezelwerê li Tehranê hatibû şehîdkirin, tevî vê ku dukan û bazarên xwe daxistin û man girtin, xwenîşandan kirin û rijiyane ser şeqaman û bi awayekî gelek tund li dijî rejîmê silogan dan û dest bi ser hin binkeyên rejîmê de jî girtin.

Sibêdeha îro roj Yekşemî, termê Nesrîn Qadirî keça xwendekar a li Tehranê ji aliyê hêzên rejîmê ve hatî şehîdkirin, bi beşdariya xelkê bi axê hate sipartin.

Piştî vê yekê xelkê Merîwanê dukan û bazarên xwe daxistin.

Eva ji bo xelkê Merîwanê kêm nebû û hin pê neçû xelkê serhildêr, ji pîr û kal re bigire heta ciwanan û nûciwan hatine ser şeqaman û li dijî rejîmê xwenîşandan kirin.

Hêzên rejîmê xelk dane ber gulleyan. Çendîn kes hatine birîndarkirin.

Hin dîmen belav bûne û nîşan dide ku xwenîşander bi gulleyên hêzên rejîma serkutkar hatine birînrkirin.

Avahiye Şêwreya bajarê Merîwanê ji aliyê xelkê ve rastî êrîşê hat.

Li Merîwanê tenê xelk xwenîşander nebûn, belkî dersxwanan jî êrîşê ser dibistanekê kirin û alaya rejîmê anîne xwarê û agir berdanê.

Siloganên xwenîşanderên Merîwanê “mirin bo dîktator, mirin bo Xamineyî, jin jiyan û azadî” bûn.

Paşê jî wan êrîşê ser ofîsa Şîva Qasimî bi nav nûnerê xelk li Merîwanê kirin û dest bi ser de girtin.

Li gor amara Nûçegihaniya “Kurdpa”yê, heta niha di nav serhildana seranserî ya Rojhilatê Kurdistanê de 56 kes hatine şehîdkirin.