Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bajarê Şîrazê de 3 hevwelatî hatin îdamkirin

16:51 - 6 Çirriya paşîn 2022

Di girtîgeha “Adilabad” a bajarê Şîrazê de 3 hevwelatî bi tohmetên cuda hatine îdamkirin ku nasnameya yek ji wan nehatiye zanîn.

Navenda Mafê Mirovî ya Îranê roja Yekşemî 15`ê Xezelwerê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku roja Sêşemî 10ê Xezelwerê, 3 hevwelatî yên bi navên “Emîr Xunçe û Ce`ifer Torcan” bi tohmeta madên hişber û girtiyekî din ku navê wî nehatiye zanîn, bi tohmeta “qetila bi zanebûn” di girtîgeha navendî ya bajarê Şîrazê de hatine îdankirin.

Îdamkirina wan girtiyan heta niha li ti ragihandineke fermî ya rejîmê de nehatiye belavkirin.

Rêjeya îdamkirinan di wan 15 rojan de, ji destpêka meha Xezelwerê ve heta niha zêdetir ji 19 kesan bûye ku nêvînciya wan îdamkirinan di her rojê de zêdetir ji 1 kesî bûye.

Herwisa pêka amarên Navenda Mafê Mirovî ya Îranê, rêjeya îdamkirinan ji destpêka sala 2022an ve heta niha zêdetir ji 503 kesan bûye û bi helsengandin digel sala derbasbûyî gelek zêdetir bûye.