Pêka amara ku Navenda Teşkîlata PDKÎ, Ji destpêka serhildan seranserî li Kurdistanê heta niha, 66 kes hatine şehîdkirin ku 10 kes ji wan jin û 56 kes jî mêr in ku 25 kes ji wan şehîdan li parêzgeha Sine, 21 kes li parêzgeha Urmiyê, 15 kes li parêzgeha Kirmaşan, 3 kes li parêzgeha Îlamê, welatiyek jî xelkê Qûçan û welatiiyek din jî xelkê bajarê Xuremabadê bûye ku ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine şehîdkirin.
Teşkîlata Hizbê di rapora xwe ya amarî de daye zanîn ku, di Rojhilatê Kurdistanê de 960 kes hatine binçavkirin ku 141 kes ji wan jin in û 809 kes jî mêr in.
Ji vê rêjeyê 341 kes ji parêzgeha Sine, 371 kes ji parêzgeha Urmiyê û 149 kes ji parêzgeha Kirmaşanê û 100 kes ji parêzgeha Îlamê ne.
Herwisa amara birîndarbûyan li Rojhilatê Kurdistanê wiha ne: “Parêzgeha Sine 20 kes, parêzgeha Urmiye 45 kes, parêzgeha Kirmaşanê 2 kes û li parêzgeha Îlamê jî 2 kes”.
Amara serast a birîndaran gelek zêdetir ji vê amarê ye û pêka berevirdan zêdetir ji 3,500 kes bûne ku piraniya wan ji tirsa binçavkirinê ve neçûne nexweşxaneyan û di malan de hatine dermankirin.