Ciwanên bivêr û şoreşger yên bajarê Mehabadê, li derheq yekîtî û yekgirtina xelkê serhilder yên Kurdistanê daxuyaniyek belav kirin.
Deqa daxuyaniyê wiha ye:
Xelkê birûmet û qehreman yên bajarê Mehabadê!
Herçawan ku em tev haydar in, yekigirtîbûn û bihevrebûna me bûye sedema vê yekê ku kêmtir ji çend demjmêran bajarê kontirol bikin û dest li ser navendên dewletî de bigrin, ew serkevtina tenê bi me gelê Kurd çê dibe. Ew yekîtiya me divê bo tev bajarên Rojhilatê be, daku bihevre serkevtinê misoger bikin. Me di wê heyamê de şehîdên zêde dan, birîndarên me gelek hebûn û gelek kes ji me jî hatine binçavkirin, lê, em ji mêrxasên xwe yên mezin hîn bûne ku berdewamkerê rêya şehîdên xwe bin û heta gihîştin bi azadiyê qut nebûne. Her ji ber vê yekê ye ku li roja Duşemî şûnda bi roj û bi şev bi bê destnîşankirina demê li her tax û kolanekê serhil didin, û bi hilkirina agir rêyan asteng dikin, divê rûyê bajar te`im û bêhnek din hebe, divê hêza serkutker bêhêvî be û xev li çavên wan nehêli û îzin nedin mandîbûna wan biheve bo vê ku ciwanên me şehîd, birîndar û binçav bikin. Divê em bi wateya rasteqîne, Kurdistanê bikin bi goristana faşîstan.
Em ji hemû hevwelatiyên berxuder daxwaz dikin ku bi her şêwazî ku ji wan re goncav be, tevlî şoreşê bibin û her kes li her cihekî ku dikare bo serkevtina şoreşê pêngav havêje.
(Parastina me û hevwelatiyên me bi hemû awayî rewa ye)
Her bijîn bi serbilindî
Jin, Jiyan, Azadî
Serbikeve xebata gelên Îranê
#Jîna Emînî