Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şeva Yekşemî 15`ê Xezelwerê li bajarên Îranê xwenîşandan berdewam bû

11:33 - 7 Çirriya paşîn 2022

Di 51`emîn şeva berdewamiya xwenîşandanên bajarên Îranê di 15`ê Xezelwerê de xelkê beşek ji bajarên Îranê bi awayên cuda xwenîşandanên xwe li dijî rejîma Îranê û cinayetên wê rejîmê domandin.

Xelkê serhildêr bi amadebûn li ser şeqaman, dana siloganan, şewitandina binkeyên rejîmê, şewitandina benêr û wêneyên rêberên rejîmê û ... hwd, bêzariya xwe ji rejîmê nîşandan.

Li bajarê “Ehwaz”ê ciwanên wî bajarî binkeyek besîcên Xamineyî şewitandin.

Li bajarê “Tehran”ê ye ku hevwelatiyên wî bajarî li çendîn deverên cuda yên weke: “Nazîabad, Tehranparis, Sadiqiye” li ser şeqaman bû û li dijî rejîmê silogan didan, û êrîşkirine ser hêzên rejîmê û ew neçarkirine ku birevin.

Li bajarê “Boşehr”ê jî hevwelatî li ser şeqaman bûn û li dijî rejîmê silogan didan.

Herwisa li çendîn bajarên din yên weke “Meşhed, Kirman, Şîraz” û çendîn bajarên din xelk li ser şeqaman bûn û benêr û wêneyên taybeta bi rejîma Îranê şewitandin.