Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên Rojhilatê Kurdistanê serhildana seranserî 51`emîn şeva xwe derbas dike

11:51 - 7 Çirriya paşîn 2022

Di 51`emîn şeva serhildana seranserî ya Rojhilatê Kurdistanê li bajarên weke, Merîwan, Sine, Kirmaşan, Seqiz, Mehabad û hin bajarên din yên Kurdistanê serhilden berdewam bû, xelkê serhildêr bi awayên cuda ker û kîna xwe ji rejîma mirovkuj nîşandan.

Li bajarê “Merîwan”ê agirê serhildana keç û xortan ku li destpêka roja Yekşemî digel nerizayetî nîşandan bi şehîdkirina “Nesrîn Qadirî” destpêkir heta nîva şevê berdewam bû û welatiyên serhildêr li ser şeqaman bûn.

Li  taxa “Nobihar” a ser bi bajarê Merîwanê serhiderên bivêr, bi agir rêyên hatinûçûnê asteng kirin û bi dana siloganên weke, “Mirin bo dîktator û Jin, Jiyan, Azadî”, bêzariya xwe li rejîma serkutkar ya Îslamî nîşan dan û alaya rejîma Îranê şewitandin.

Hêzên rejîma Îranê di hin beşên wî bajarî de bi hevkariya caş û bikirêgirtiyên xwe bi awayê rasterast teqe ji welatiyan dikirin û pêka amarên nefermî di 24 demjimêrên derbasbûyî de aliyê kêm 50 welatî li bajarê “Merîwan”ê bi guleyên hêzên hov yên rejîmê hatine birîndarkirin.

Herwisa li bajarê “Kirmaşan”ê serhildan berdewam bû û ciwanên wî bajarî, wiha li ser şeqaman bûn.

Li bajarê “Bokan”ê xelkê serhildêr wiha rêyên maşînên barhilgir girtin û rê nedan ku derbasbin.

Herwisa li bajarê “Mehabad, Seqiz” û çendîn bajarên din xelk li ser şeqaman bûn û li dijî rejîmê silogan didan û herwisa piraniya rêyan bi agir girtin.