Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

250 kedkarên pirojeya neft û petrokîmî ya Kenganê hatin binîçavkirin

12:09 - 7 Çirriya paşîn 2022

Roja Yekşemî 15`ê Xezelwerê hêzên ewlehî yên rejîma Îslamî êrîş kirine ser Navenda yek a Bûşehr û faza du ya petrokîmî ya Abadanê û 250 kedkar wê binçav kirine.

Herwisa kanala telegramî ya şêwreya rêkixstina kedkarên girêbestî yên neftê jî, roja Yekşemî raporek belav kiriye û nûçeya binçavkirina 250 kedkarên pirojeya neftê ya li Kenganê ku heman navenda yek ya Bûşehr û faza du ya petrokîmî ya Abadanê ye, piştrast kiriye.

Pêka rapora şêwreya rêkxistina kedkarên girêbestî ya neftê, hêzên ewlehî ev kedkarên pirojey neftê bi tawana nîşandana nerizayetî û mangirtinê û piştevanîkirin li serhildana seranserî ya Îranê binçav kirine.