Xwendekarên Zanista Pizîşkî ya zanîngeha Kurdistanê, bo şermezarkirina kiryarên rejîmê di serkuta xwendekaran de li rojên 6 û 7`ê Xezelwerê, daxuyaniyek belav kirin.
Di daxuyaniya wan xwendekaran de hatiye, amadebûn li zanîngehekê de ku berpirsên vê nikarin ewlehiya xwendekaran biparêzin karek dûr ji aqil e û êrîşa bi kirêgirtiyên rejîmê bo ser kirameta zanîngehê dide xuyakirin ku wezîrê tendirustî, serokê zanîngehê û cihgirê xwendekarî, şiyana parastina ewlehiya xwendekaran heta li hundirê zanîngehê jî tinînin.
Di beşek ji vê daxuyaniyê de xwendekaran gotine ku, bi wan sedeman êdî li ser kilasên waneyan amade nabin :
Şikandina kerameta kincên pizîşkî ji aliyê hêzên întizamî li kombûna pizîşkan ya ber 4 deriyê Saziya Nizama pizîşkî.
Kuştin û binçavkirina hevkarên me.
Binpêkirina yasaya pizîşkî ya wekhev bo hemûyan.
Êrîşa leşkerî bo ser xevtingehên “22`ê Gulan, Fatimiyeya 3 û Wermeqan”ê.
Teqe bi gulleyên şer û avêtina gaza bîber bo nav zanîngehê.
Dabînnekirina ewlehiya xwendekarên xelkê derveyî parêzgehê
Kiryarên li dijî biryarên berpirsên zanîngehê bo parastina ewlehiya xwendekaran
Herwisa xwendekaran daxwaz ji mamosteyên zanîngehê kirine ku, heta azadiya hemû xwendekarên binçavkirî, daxwaza lêbihorînê ji aliyê berpirsên rejîmê û qerebûkirina xisarên pêketî bi xwendekaran, garantîkirina nivîskî bo dabînkirina ewlehiya xwendekaran li hundir û derdora zanîngehê, dubare nekirina wan bûyeran, daxistina hemû dosyeyên vekirî yên xwendekaran û garantîkirina tev xizmetkariyên pizîşkî yên hewce bo birîndarbûyan ên xwenîşandanan, ji amadebûn li kilasên waneyan bi awayê anlayn û kilasî, xwe biparêzin.
Hewisa di vê daxuyaniyê de, tekezî hatiye kirin ku amadebûn li wan kilasan dê bibe sedema dubarebûn û berdewamiya wan serkutan û êdî kes nikare bi ti awayekê nerizayetiya xwe nîşan bide û ew birara me bo vê ye ku xwîna hevwelatiyên me bi heder neçe û neyê binpêkirin.