Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêka dawî amara şehîd û birîndarên serhildana seranserî 319 kes hatine şehîdkirin

12:23 - 7 Çirriya paşîn 2022

Pêka amarên “HRANA”yê  ji 26`ê Xermananê heta şeva Şemî 15`ê Xezelwerê 319 kes şehîd bûne ku 50 kes ji wan şehîdan zarok in û 14 hezar û 823 kes jî hatine binçavkirin ku bi tenê nasnameya 1862 kesan hatiye zanîn.

Herwisa heta niha li 135 zanîngehan xwenîşandan hebûye û 428 xwandekar hatine binçavkirin.

Û hejmara bajarên ku serhildane, gihaye bi 135 bajaran.

Pêka raporan hêzên ewlehî bi gulleyên şer û saçmeyî bi awayê rasterast û ji nêzîk ve teqe li xwenîşanderan dikin û rejîm ji tîmên nîşançiyan jî, ji bo teqekirin li serhildêran mifahê verdigre.