Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hejmarek zêde ji malbatên girtiyan li hember girtîgeha “Êvîn”ê kombûn

17:50 - 7 Çirriya paşîn 2022

Roja Duşemî 16`ê Xezelwerê, hejmarek zêde ji malbatên girtiyên girtîgeha “Êvîn”ê li ber deriyê wê girtîgehê kombûn.

Malbatên wan girtiyan bi nîşana nerizayetiyê û nedana bersivek rohn ji aliyê berpirsên girtîgehê ve li derheq qedera zarokên wan yên binçavkirî bi wî awayî kombûn û ragihandin heta dema ku bersiva wan neyê dan dê li kombûnên xwe de berdewam bin.